Skip to content

Xiznewî: Kiryarên qirêj ên DAÎŞ’ê û Erdogan weke hev in

Şêx Murşid Meşûq El-Xiznewî diyar kir ku şerê dewleta Tirk li ser Efrînê dijminatiyeke eşkere ye û ji erkê Kurdan e ku li gorî ola Îslamê berevaniya xaka xwe bikin.

Şêx El-Xiznewî bersiv da pirsên servîsa Erebî ya ANF'ê.
-Di destpêkê de, hûn şerê Tirkiyêyê li ser Efrînê çawa dinirxînin?
Bêguman, şerekî qirêj û dijminatiyeke mezin li ser xaka Rojava ye. Ne Xwedan û ne jî pêxemberê wî ji vî şerî razî ne, û ne jî wijdanê çi mirovekî azad vî şerî pesend dike. Her wiha, hemû peymanên navneteweyî li dijî şerekî bi vî rengî ne. Ev şer sîtemeke eşkere li ser gelê Kurd e, mebest jê tunekirina nasnameya Kurdî ye, da Kurd bi xaka xwe ya rewa şa nebin.
Dîrok ji me re diyar dike çawa dewletên Tirkiyê, Iraq, Sûriyê û Îran ti carî li hev nekirine, tenê ku mijar Kurd be, li hev dicivin û bi hev re şerê vî miletî dikin. Va ev tişt li Efrînê xuya dibe, bi rêya wekîlê xwe, Erdogan şerekî bêhempa li dijî Kurdistanê dimeşînin, ev şer ji dergehê Rojava, Efrîn, dest pê bûye. 
Lê baweriya me bi Xwedan heye ku alîkariya miletê zulim lê dibe bike, Her wiha baweriya me bi Kurdên dilsoz heye ku van dijminan têk bibin û xaka xwe ji gemara wan paqij bikin.
Gerek e Erdogan ji Qurana pîroz îbretê bigire, çawa Xwedan dibêje: "Kesên sîtemkar, dê Xwedan sizayeke mezin bi serê wan de bihêne". Wisa pêxemberê umetê jî dibêje: "Xwe ji zulmê biparêzin, çimkî di axretê de dawiya wê tarîtî ye".
-Dewleta Tirk bi serokatiya Erdogan ji melayên mizgeftan daxwaza lavan bo serkeftina leşkerên artêşa xwe kir, ev tişt nayê wateya keysbaziya ola Îslamî bo berjewendiyên dewletê di şerê li ser Efrînê de?
Helbet ev keysbaziyeke ber çav e, û ne di cihê xwe de ye. Cihê mixabiniyê ye ku ne cara yekemîn e wisa li dijî Kurdan pêk dihê. Ji mêj ve, rêjîma Baas li Iraq û Sûriyê ol li dijî Kurdan bikar anîne, çimkî dixwestin ku alîgiran li dor xwe bicivînin û wan di şerê Kurdan de bikar bînin. Niha jî Erdogan wisa dike.
Dema ku Tirk navê "Şaxê Zeytûnê" li operasyonên xwe yên leşkerî dikin, wateya armancên wan ên gemar zelal dibin, ku ev nav nîşana aştiyê dide, ne nîşana cengê û wêrankirinê ye, û wisa mirîdên Erdogan ji wî re çapk didin û keyfa xwe diyar dikin.
Em dibînin ku navê "Cîhadê" li şerê xwe dikin, lê di rojevê de ew li derveyî sînorê xwe şer û kuştinê dikin, ev tê wateya ku berxwedêrên Efrînê, yên berevaniya xak û nûmûsa xwe dikin, şerê rewa dikin, û ev yek di ola Îslamê de baş zelal e.
-Erdogan hemû saziyên çapemeniyê bo şerê xwe bi kar dihêne, û li ser wan ferz kiriye ku navê şehîd li kuştiyên artêşa Tirkî bikin, di nêrîna Îslamî de, dibe ku navê şehîd li wan bibe?
Mixabin ku peyva "şehîd" bi şêweyekî erzan bikar dihê, tenê li gorî keyfa zordest û sîtemkaran. 
Da em nekevin gengeşiyê de, em ê li peyvên pêxember vegerin. "Mirovek hate cem pêxember û jê re got ’eger zilamek xwest bi darê zorê malê min bibe, çi bikim’ pêxember jê re got ’nede’, wî mirovî got ’eger şerê min kir’ pêxember got ’tu jî şerê wî bike’, dîsa jê pirsî ’eger min bikuje’ pêxember bersiv da û got ’tu yê şehîd be’ wî mirovî dîsa pirsî ’eger ez wî bikujim’ pêxember got ’ew ê di agirê dojehê de be’.
Li gorî vê bûyerê, û ji ber ku leşkerên Tirk dest bi şer kirine, û wan êrîşî xaka Efrînê kirine, em dikarin bibêjin ku kuştiyên wan ne şehîd in û dê di agirê dojehê de bin.
-Gelek Kurd hene ku piştevaniya Erdogan û siyasetên wî dikin, çiqas ew siyaset li dijî Kurdan bixwe be jî, hûn çi ji wan kesan re dibêjin?
Mêjiyê wan kesan ji hêla zilamên Erdogan û partiya wî ve hatiye xapandin. Tê zanîn ku civaka me ya Kurdî bigiştî civakeke oldar e, ne tenê li Tirkiyê. Piraniya xelkên me li ser Îslamê xwedî bûne. AKP vî tiştî baş dizane û bi rengekî şaş li gorî berjewendiyên xwe bikar dihêne, û Kurdên alîgirên Erdogan bi vî şêweyî didine, li ser bingeheke olî ku dibêje: "Di din destê şêxê xwe de weke miriyekî di kefenê de be".
Hemû zanyarên olî yên dewlata Tirk, wan Kurdan fam kirine ku Erdogan sultan e, pêwîst e ku her kes bi ya wî bike, bêyî ku li kiryarên wî binêrin, bêyî ku li tawanên wî binêrin. Ne tenê wisa, lê belê bihaneyan ji hemû tawanên Erdogan re jî dibînin.
-Hûn çawa helwesta saziyên olî û ya oldarên Başûrê Kurdistanê derbarê şerê li Efrînê dixwînin, di nêrîna we de, çi ji wan tê xwestin ku bikin?
Nêrîn û helwest ên wan, li gorî qonaxê, ji hev cuda ne. Kesên serbixwe li dijî vî şerê qirêj disekinin û piştgiriya gel li Rojava dikin. Lê ji hêleke din ve, em dibînin ku alîgirên wan El-Muslimîn li Başûr, komên Îslama siyasî û saziyên Îslamî yên bi hêz di hikûmetê de, ola xwe firoştine, û ji bo Erdogan li daholê didin. Mixabin ku piştevaniya şerê Erdogan li dijî birayên wan li Efrînê dikin.
-Gelek şêx û oldar ên Musilmanan li def şerê dewleta Tirk sekinîne, sedema vê yekê çi ye, û hûn çawa bersiva wan didin?
Di nêrîna min de yek ji van sê sedeman e: Sedema yekemîn ew e ku endamên tevgereke îslama siyasî ne, ya divegere Ixwan El-Muslimîn, ku "Hesen Bena" di destpêka sedsala bîsta de damezirandibû. Erdogan bixwe yek ji zaroyên vê tevgerê ye, ji lew re piştgiriya wî dikin.
Sedema duyemîn nezanbûna gelek oldaran e, ku rastiyê nas nakin û di fikra wan de ku Erdogan sultanekî musliman e, û nizanin ku Erdogan bixwe rê ji gelek tiştên pîs re di hundirê Tirkiyê de vekiriye, û derewan dike dema dibêje ew piştgiriya Filistîniyan dike, û qet ew oldar nabînin ku Erdogan zulmê li Kurdan dike. Ez li ser wan şêxan dibêjim ku zêdî bêvila xwe dûrtir nabînin.
Sedema sêyemîn pere û xweşiya dunyayê ye, û oldarên li pey vî tiştî dikevin pir in. Hin bo ku regeznameya Tirkî qezenc bikin, hin bo keyf û gera xwe bikin, û hin bo konfransan amade bin û di otêlên buha de çend rojên xwe biqedînin. Ez dikarim bibêjim ku piraniya saziyên îslamî yên rikberiya (muxalefet) Sûrî ji vî cureyî ne.
-Hûn li ser QSDê, ku hêzeke ji Kurd, Ereb û Suryaniyan pêk tê, çi dibêjin?
Beriya niha min anî ziman, artêşa Tirk êrîşî herêma Efrînê dike.  kesên berevaniya Efrînê dike, xak namûs û şerefê diparêze. Li gorî peyvên pêxember (silav û nimêj ên Xwedan li ser), QSD’ê hêzeke berxwedêr e.
Em lavan ji Xwedan dikin ku rê ji şervanên QSD’ê re veke û nîşana wan li dijî dijminê wan şaş neke.
-Peyveke we ya navdar heye dibêje "Eger çeteyên DAIŞê musilmanên rasteqîn bin, ez ê yekemîn im ku ji ola îslamê der dikevim", gelo ew peyv ji rewşa Tirkî ya niha re dibe; bitaybetî ku leşkerên artêşa Tirk, beriya êrîşa xwe li ser Efrînê, sûretên Quranê xwendin?
Belê, ew peyv bo her kesê ku bazirganiyê bi ola îslamê dike,çê dibe. Çimkî ew peyv di zanistiya olî de bi navnîşana "Berovajiyê" tê nasîn.
Ez ê şîrove bikim. "Berovajî" di ramana olî de tê wateya ku mirovek tiştekî li gora xwe pêk bihêne, û şêweyê pêkanîna wî tiştî bixwe berovajî rastiya olî be. Li vir ez bi bawerî dibêjim ku çawa ola îslamî ji DAIŞ’ê bêrî ye, wisa ji Erdogan jî bêrî ye. Çimkî kiryarên qirêj û gemar ên DAIŞ û Erdogan weke hev in, helbet ji ola îslamî ya paqij û pîroz dûr in.

Nama Dr Musa Kaval serokê BAN di 12 mîn sal vagera şahîd buna şêxê şêxê şahîde şêx Maşuqê Xiznawî.

Nama Dr Musa Kaval serokê BAN di 12 mîn sal vagera şahîd buna şêxê şêxê şahîde şêx Maşuqê Xiznawî. 
Peyama Bizava Ashtiya Navxweyî -BAN, bi munasebeta 12e min salvegera shehadeta shêxê mazin Shêx Mashuq xeznewî .
Shêx Meshûqê cinet mekan , berî niho bi 12 salan bi destê rejima zalim û xedara Suryê hate shehidkirin. Ew jî wek shêx saidê Piran, Qazî Muhamed, Seyid Rîza, shêx Abdul Selam Barzanî, Qasimlu û pir rêveberên din yên kurd bi destên dijminên kurdan hate shîdkirin. Em wek Bizava Ashtiya Navxweyî-BAN kujerên shêxê shehîd û harikarên wan bi tundî shermizar dikin û lanetê li wan dikin.
Gelê kurd ji bo azadiya xwe û mafên xwe yên rewa di tekoshîna li dijê zordariyê, zulmê û bêbextiyê de berdewame û dê her berdewam be. Shehadeta shêx mashûq dibîte runahî û riya vê tekoshînê gesh diket.
Gelê kurd pir shehîd dayine, pir zanyarên ayinî, pir kesatiyên siyasî û ekademî, rewshenbîr û bi sedan hizaran kur û keçên gelê Kurdisran di van 150 salên borîde bo azadî û mafên gelê xwe canê xwe yê piroz kirine fîda û bûyine qurban.
Mixabin di gel vê yekê, heta niho jî tekoshîna gelê me wek pêwîst bi ser ne ketiye û ne giheshtiya armancên xwe.Sebebê sereke ewe ku Kurdan ne dikarîn bi hevre tifaqê çêkin û hevdu qebulbikin.
Zêhniyeta rêberên kurdan dikevin de, gora vi cumlê he bû : « ez û bes ez eger ne ez ne kes » . Mixabin Niho ev zêhniyete di siyaseta partiyên Kurdan de berdewame û ji ber vê yek pêk nakin . Eger ev zêhniyet li cem rêberên kurdan berdewam be metirsî heye ku ev destkeftiyên heyin jî ji dest Kurdan biçin.
Bila em hemo bo Ashtiya navxweyî bixebitin lewma eger kurd digel hev asht bibin dê hemo mafên xwe bistînin û netewên ciranên kurdistanê jî dê rumetê û rêzê bo gelê me bigrin herwesan ew dê mafên me nasbikin û dê kurdan wek netewek bihêz û xurt qebul bikin di encama vê yekê de, ew dê di gel me ashtiyê avabikin.
Sed rehmet li ser canê pak yê shêx Mashûq û li ser canên hemo shehîdên Kurdistanê bin. Bijî ashtiya navxweyî.
Dr Musa Kaval Serokê Bizava Ashtiya Navxweyî
03. 06. 2017.

Rêxistina Amûdê ya partiya Yekîtî bîranîna pakrewanbûna şêx Maşûq vejiyand


Yekîtî Media 3/6/2017

Rêxistina Amûdê ya partiya Yekîtî ya Kurd, doh înê, li gundê Qijle li gundewarê Amûdê bîranîna 12emîn ya pakrewanbûna şêx Maşûqê Xeznewî vejiyand.
Di boneyê de Ismaîl Sînan endamê komîta herêmî ya partiya Yekîtî li ser jiyan û xebata şêx Maşûq axivî, herweha li ser bergîriya şêx Maşûq di ber mafên miletê Kurd de.
Pişt re filmekî belgeyî li ser jiyana şêx Maşûqê Xeznewî hate pêşkêşkirin.

Evînbaziya Sînoran

Evînbaziya Sînoran
Dilyar Dêrikî
Yektahiya xenziya xewnan
bipêçe
da Ku kapokên artêşên xwînedeman
sist bibin
Û ber bi yezdangehê ve,
tevna kelîştekên giyanên sergûnê
birêse
Di helata vecqandina duhî de
harbûniya tarîstana tirsê
bimezêxe
Nexşeyên gulê mişt bûne
Tazî
pêxwas
û dîrokkirî
Ku dengê te yê sinckirî
ji hinavên yadgehên zaroktiya min tê
Wek pêtan
Ez heyranê şûndemayê sînora me
Ez her li ser derguşa dayika xwe dibêjim
Ez her ji biyaniyê xwe re
dilorînim
dilorînim
di lo rî nim
ku nekare bigihê ser axa sar û bar
Û di desthelatiya xelmaşiyê de
xwe
dilop..
dilop..
yan
pêl bi pêl
birijîne
Ser pêngavên arastiya dîtinê
- lê ne dîtina xwe -
di neyneka texopkirî de
ji geravên asoyê xewnên rijyayî
li ber piyên xwas
Min pirsa bûnewerêkî dikir
Min pirsa canwerekî dikir
Ez li dêhleyezdenkî digeriyam
ku ez kenê xwe yê îro
û kenê xwe yê dahatuyê
ser navê wî tapo bikim
Lê bila
tenê
giriyê duhî û pêr
bide min
Ji lawaziya reşbûna ronahiya sixtedemê
da ku toqîn xemsar bibe
ne bi xweşî
ne bi reşî
û her xwelîseriya bêhna qehwa tehl
li dor me digeriya
ji dûriyên kelogirî û îskîskan
di hêlînên gunhan de
di şevên aram benda kotekî de
bi gerdana gunehên pîroz ve helwestayime
ku tu min, wek tûtûna Xursê
dipêçî
ku tu min, bi agirê şemalkên deşta qedexeyî
disojî
Bi lewendiyên sînoran re
ez ne gerdirawê xweêşandinê me ji xwe re
Lê di navbera me de, tifeng û leşker in
ku sînor ji sînoran re dibêjên
ku sînor li sînoran dipirsin
ku sînor muherên xwe
ser termê kêlîkên min dikin
hîn bêhna andekoyan ji dûr ve tê
şopa periyan ser zemînê xuya dike
lavjandina Qûranê bi kurdî bilind dibe
(Andiwarê paytext e Nofa )
Na ,,
Bibure Nofa
Vê sibehê bi banga melayan re, li ber firneyan
Pistpista jinan dihat, li bendî nan ji zarokan re
-Keçê kezîkurê ma te jî Hîrodots dît,
Ku çawa xwe ji ber çavên Polîsan diveşart
Mêran jî,
li mizgefta Qasimo,
ew dîtin, nimêj ser derbesta bi aleyê pêçayî dikir
Û şagirtên dibistana kembaxistanê sûnd dixwarin
Ku xameyên xwe û avxameyên xwe danê,
da ku navê dibistana wan durist binvîse
Lê Melûlên îro
Pirtûk û xameyê
Li ber derghên mizgeftan
Reşgirêdane periyan di hembêza qamişlokê de
Li bendî xutbeya Înê
Qamişlo peytext e îro
Qamişlo peytext e sibe
Buhiştê dergehên xwe li Qamişloyê vekirine
Di şevnameya şilbûna şîrtên dilşekestî de
Bi rondekên tola girtî
Ser xakê
Li ber makê
Bê çar
Û carekî
Firtuneya bawşîna destmalên dayikan
Min çavên xwe li xwe digirit
Da ku ez rondekên xwe
Di neyneka bajêr de ne bînim
Û ez bajarek çandî me
Bi tofana xeyd û keseran
Bi hêviyan
di oxira semiyanan de
Ku pêşwaziya semiyanan bikim
Ku navê te di dibistanên kurdî de
tomar bikim
tu zanî ????
ku kurmanciya te...
ya şikestî
ber dilê min
pirr şirîn e

Werin - Manal Husseini

 Werin
Werin kewên Welatê Rojê werinWerin hêlînên xwe di dilê min de deynin
Û
konên mirinê ji kolanên wî hilînin
Werin
bi destana Şêxê min re bifirin û tîrêjên dengê
windayî di hişê demê de himbêz bikin
Werin
baskên xwe li ber givalên xwînî vekin û guliyên
Qamişloka Evînê bi ala rengin av bidin
Werin
şîhîna xwîna netebitî di asîmanên payitexta welatê min de biramîsin
Û
nexşên şwîniyê ji derdora wê bi..çi..rî..n…in
Werin……..
Werin……..
Kew hatin ......
Hatin ....
Û torek ji pirsan avêtin ser pûtên gewdeyan
Çima babelîska mirinê destê xwe da stemkaran û kulîlkên bihna pîroz hilweşandin
Çima Ehrîman roja wan xûz dike û nervîna wan di zeviyên rewrewkê de zindîgor dike
Çima Zagros û Cûdî û Arerat xwe ji pişta wan didin alî û pencên biyaniyê berê xwe didin wan
Çima
Çima
Dengvedana peyvin rengîn ji dûr hat û canên gewdeyan li wan vegeriyan
Xak pê hate vejandin
Buhişt pê hate xemilandin
Dîrok pê hate ronî kirin
Firîşte pê hatin gulav kirin
Mindal pê hatin Me,eşûq kirin
1/11/2006

Essen - Germany 29/5/2016 salvegera şahadetê Şêx şehîdên Şêx Maşuq Xeznewî


Bi minasebeta salvegera şahadetê Şêx şehîdên Şêx Maşuq Xeznewî komela Nubihar ya Çand û kulture Semînera lidarxistin le ser têkoşîna Şêx şehîdên Şêx Maşuq Xeznewî
Mêvan seminare :
Rojnamevan :  Fadwa Gilani
Şêx  Abdul Hemîd Khiznawi
Şêx Qassem Kabare
Siyasetmedar Sadiq Şernexi
Û bi beşdariya hunermend Zubair Saleh û hunermend Zuhêr Camil û Canyare Kobani
roja yekşemê 29/05/2016
Saet di sisiyan 3 nîvro
Li navnîşana jêr e
Werder str: 13 // 45138 Essen ((ko,ela Helin))

 Ji bo lêpirsînên, ji kerema xwe telefonî hejmarên jêrîn

017638657939

 015779242116

BÎRANÎNA ŞÊX MAŞÛQ

Murşid şêxê niştiman,
Kurê şêxê pakrewan.
Jibo bîranîna şêx,
Li amedê bû mêvan.
Şêx Maşûqê weke gul,
Barê giran hilda mil.
Jibo Xemkûrê xursî,
Bû dermanê dilê kul.
Şêxê min ê cangorî,
Serê xemkûr bi gorî.
Îro Amed xemgîne,
Bi agrê te cangorî.
Canbgoriyê dil bi kul,
Derdê welat ma li dil.
Bi bîranîna tem a,
Çavê Ameda minşil.
Ez xursî kî xemkûrim,
Xwedyê birînê kûrim.
Ez jî mîna şêxê xwe,
Ji bindestî diqûrim.
Xemkûrê xursî
22 / 05 / 2016
‏‏Mehmet Halim Çiğdem